
Li gorî rapora Hale Vaş`ê, roja duşemiyê 1`ê Behmena sala 1403`an, welatiyekî Belûç li bajarê Xaşê bi sedema ketina teqeya bi yek guleyê, di encama bûyerekê de canê xwe ji dest da.
Nasnameya vî hemwelatiyê Belûç bi navê “Nebî Sohrabzahî” temen 38 salî, kurê Îsa, zewicî û xwedî du zarok, xelkê bajarê Xaşê, ji aliyê “Hale Vaş” ve hatiye piştrastkirin.
Li gor jêderên heyî: Roja duşemê yek ji xizmên Nebî di dema lîstin û henekê xwe de bi tifingeke Colt bi şaşî hatiye gulebaran kirin û gule li pişta Nebî ketiye û ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.