Li gor rapora Hale Vaş, roja Şemiyê 29`ê Rêbendana 1403`an, welatiyekî Belûç li bajarê Zahedanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Zahedanê ve hat destbiserkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Nasnameya vî hemwelatiyê Belûç: “Morteza Rîgî” naskirî bi (Malik Kebdanî) temen 35 salî, kurê Qasim xelkê bajarê Zahedanê, ji aliyê Halê Vaş ve hatiye piştrastkirin.
Li gor zanyariyên niha, “Morteza nêzîkî du sal berê û roja Şemiyê derdora demjimêr 15:00 piştî nîvro ji aliyê hêzên îstixbarata Zahedanê ve hatiye girtin.
Li ser cadeya Xumeynî ya Zahedanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin û heta niha tevî şopandina malbatê, ti agahî derbarê çarenivîsa wî de nînin.”
Çavkaniyên han eşkere kirin ku: “Morteza çendîn caran bi hincetên curbicur ji aliyê hêzên îstixbaratê ve rastî gefa girtinê hatiye û di dukaneke mobaylan de li bajarê Zahedanê kar dikir”.
