
Li gor rapora Hale Vaş, roja Şemiyê 29`ê Rêbendana 1403`an, li gundê Gerkan a ser bi devera Kerwan a bajarê Zerabadê, du welatiyên Belûç bi sedema teqekirina kesekî çekdar, birîndar bûn û bo nexweşxaneya Çabeharê hatin veguhestin.
Nasnameya van her du welatiyên Belûç bi navên “Ehmed Sobhanî” temen 22 salî kurê Mihemed û “Mehmûd Kulkohîzade” 28 salî kurê Natok ku her du jî xelkê gundê Gerkan a bajarê Zerabadê ne, hatine piştrastkirin.
Li gor vê raporê, yek ji endamên encûmena gundê Gerkan ji bo seredana pêşdeçûna avakirina navenda polîsê ku rastî êrişa kesekî xelkê gund hat, serdana cihê navborî kir û piştre jî roja Şemiyê ciwan û Xelkê gund ji bo protestoyê çûne mala bavê Zerîb û bersiva wî jî ew bû ku bavê êrîşkar bi kalaşnîkovê gule li wan reşandin.
Di encama vê gulebaranê de Ehmed û Mehmûd bi guleyan ketin, Ehmed ji milê xwe û Mehmûd jî ji lingê xwe birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Îmam Elî Çabehar.