
Li gor raporta Hale Vash/ Îro yekşemî 30`ê Rêbendana sala 1403`an, mamostayên bajarê Rûskê bi armanca şermezarkirina 11 sal bêbiryarî, nedana mûçe û nebûna bîmeyê, dest bi grevê kirin û beşdariya dersan red kirin.
Li gorî çavkaniyên heyî: “Ev mamostayên ku ji destpêka vê sala xwendinê ve mûçe wernegirtine û hîna jî ewlehiya kar û sîgorta wan tune ye, îro bi nîşaneya nerazîbûnê polên xwe girtin. Rewşa ne diyar a kar a van hêzan û guhnedana rayedaran nerazîbûna wan zêde kiriye.
Yek ji mamostayên nerazî wiha got: “4 meh ji sala xwendinê derbas bû, meaş nestendiye, sîgorta me nîne. Di vê rewşa aborî de êdî em nikarin bêyî mûçe karê xwe bidomînin.
Ev grevê ku li navçeya Rûskê bi temamî hatiye lidarxistin, bandor li proseya perwerdehiya xwendekaran jî kiriye û di nava malbatan de nîgeranî çê kiriye. Mamoste ji rayedar dixwazin ku demildest rewşa wan çareser bikin.