
Li gor raporta Hale Vash/ Îro Şemî 29ê Rêbendana sala 1403, dizên çekdar li bajarê Dêhdost Mihemed ser bi bajarê Hirmendê, piştî ku teqe li tirombêla Peugeot Pars Shoti kirin, ew rawestandin û şofêrê wê otombêlê bi sedema birîna gulleyan canê xwe ji dest da. Otomobîl hatiye dizîn.
Nasnameya vî welatiyê kuştî bi navê “Asif Sasolî” temen 28 salî, kurê Husên, zewicî ye û xwediyê sê zarokan e û rûniştvanê bajarê Dehdost Mihemed, ji aliyê Halê Vaş ve hatiye eşkerekirin.
Li gor jêderên heyî: Îro danê êvarê derdora seat 20:00ê li bajarê Dehdost Mihemed, dizên çekdar teqe li tirimbêla Peugeot Pars Shot barkirî kirin û şofêrê wê otombêlê piştî ketina çend gulleyan jiyana xwe ji dest da. ji cihê xwe reviya."
Bizavkarên Belûç di wê baweriyê de ne ku zêdebûna diziyên rêkxistî ji bo wê yekê ye ku parêzgehê ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve ji bo can û malê welatiyên asayî ne ewle xuya bike, ji bo hebûna leşkerî û serweriya zêdetir bi bikaranîna kiryarên leşkerî li dijî welatiyên Belûç û wergirtina bûdceyên mezin.