
Li gor raporta Hale Vash/ Îro Pêncşemî 27ê Rêbendana 1403an, plana radestkirina zevî û samanên xwezayî yên gundên Siyadak, Sefîdek, Manzilab û Laxshak ji aliyê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bo karmendên nexwecihî, bûye cihê nakokiyê. û di nav gelê herêmê de fikaran zêde kiriye. Ev plana ku di hikûmeta berê de dest pê kiribû, tê gotin ku armanca wê dabînkirina xaniyan ji bo karmendên ne xwecihî ye, lê hin rexnegir ew kiryarek bi encamên civakî û çandî yên berfireh ji bo herêmê dibînin.
Li gorî çavkaniyên heyî:
• Sala borî erdên Siyadakê bi 60 milyon Tûmen her pariyek radestî hin saziyan hat kirin.
• Îsal biryar hatiye dayîn ku her pariyek zevî bi buhayê 120 milyon Tûmen ji bo du kesan were dayîn.
• Ji bo zeviyên Laxşekê 120 milyon tûmen hatiye texmînkirin, lê herî dawî kooperatîfa xaniyan a parêzgehê ragihand ku divê her kesek 360 milyon tûmen bide van erdan.
Kooperatîfa Niştecihbûnê ya Walîtiyê da xuyakirin, ku ev pereyên hanê dê sê salan û mehane 10 milyon Tûmen werin wergirtin. Di vê navberê de, gelek karmend ji bo dayîna dravê destpêkê serî li firotina otomobîl, zêr an wergirtina tesîsan didin.
Beşek ji xelkên navçeyê vê planê bi sedema guhertina rewşa demografî û kevneşopî ya herêmê dihesibînin û di wê baweriyê de ne ku veguheztina zeviyan ji bo kesên nexwecihî dikare bibe sedema biçûkxistinê û kêmkirina derfetên niştecihbûn û çalakiyê ji bo xwecihiyan. Ev nîgeranî bi taybetî li herêmên wek Siyadak û Laxşakê ku ji ber cihê xwe yê cografî hesastir in, giran in.