
Li gor rapora Hale Vaş, sibeha îro Sêşemî 25`ê Çileya Pêşîn a sala 1403`an, welatiyekî Belûç li cadeya Murad Rîgî ji aliyê çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û di cih de canê xwe ji dest da.
Nasnameya vî welatiyê Belûç bi navê Îsmaîl Qeljayî temen 18 salî kurê Naser xelkê Xaşê ji aliyê Halê Vaş ve hatiye piştrastkirin.
Li gor zanyariyên Hale Vaş: “Îsmaîl îro danê sibê dema bi peyatî diçû cihê karê xwe li ser cadeya Murad Rîgî diçû, ji aliyê çekdarên ser bi motorsîkletê ve rasterast gule li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da dawî."
Heta dema amadekirina raporê der barê nasname û armanca êrîşkar de ti agahî nehatin bidestxistin.