
Li gorî rapora Hale Waş/Sahargah`ê, îro Şemiyê 1`ê Rêbendana 1403`an, hukmê îdamê yê hevwelatiyekî ku roja 29`ê Çileya Pêşîn ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê bo navenda karantîn a girtîgeha Zahedanê hatibû veguhestin, hat cîbicîkirin.
Nasnameya vî welatiyê han “Sultan Cîhantîq” kurê Gulamreza, zewicî, xwedî şeş zarok û xelkê gundê “Senceranî” ser bi navçeya Milk a bajarê Hirmandê ye.
Li gorî vê raporê, di sala 2018`an de Sultan tevî birayê xwe û zavayê xwe bi navên “Naser Cîhantîq” û “Hisên Zarî” ji aliyê hêzên leşkerî ve bi tawana “kuştin” û hemû 3 kes li dadgeha bajarê Zabulê bi îdamê hatin mehkûmkirin.
Nêzîkî du sal berê Sultan ji girtîgeha Zabulê bo girtîgeha navendî ya Zahedanê hatibû veguhestin û roja pêncşemî 29ê Kanûna Yekem ji bo cîbicîkirina hukmê wî bo karantînaya vê girtîgehê hatibû veguhestin.