Li gor nûçeya Hale Vash/Sahargah, îro yekşemî 18’ê Çileya Pêşîn a 1403’an, hukmê îdamê yê herî kêm girtiyê Belûç bi tometa madeyên hişber bi îdamê hate mehkûmkirin û roja din ji bo cîbicîkirina wê bo hucreya takekesî ya girtîgeha Bîrcendê hatiye veguhestin. Cezayê îdamê, bêyî hevdîtina dawîn a bi malbata xwe re hat bicîanîn.
Nasnameya vî girtiyê bi navê Abdul Xefûr Rezmedê Rîgî temen 45 salî ku xwediyê 4 zarokan e û li Zahedanê dijî, ji aliyê Hale Vaş ve hatiye eşkerekirin.
Li gor jêderên heyî: “Ebdul Xefûr sala 1401`an de bi tometa madeyên hişber li bajarê Serbişeyê hatiye girtin û bo bajarê Bîrcendê hatiye veguhestin û ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi îdamê hatiye mehkûmkirin û rojek berê ji zîndana giştî bo îdamê bo hucreya yekkesî hatiye veguhestin. "Bêyî agahiya malbatê û hevdîtina dawî ya cezayê darvekirinê hat îdamkirin."
Li gorî raporên herî bilind ên rêxistinên mafên mirovan, welatiyên Belûç xwediyê rêjeya herî zêde ya îdamê li Îranê ne, ku nifûsa vê kêmîneya bindest nêzîkî ji sedî pênc heta şeşê nifûsa welêt e û piraniya kesên ku hatine îdamkirin di bin bandora madeyên hişber de ne. bersûc û ji beşên lawaz ên civakê ku girêdayî malbatek mezin bûne.
