Li gor raporta Hale Vaş/ Duh danê sibê, Yekşemî 11`ê Çileya Pêşîn a 1403`an, hevwelatiyekî Belûç piştî ku hêzên îtila`atê yên sipaha pasdaran, bi ser mala wî de girtin, bêyî ku tu tawan û biryara dadgehê jê re bê dayîn, hat destbiserkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Nasnameya vî welatiyê Belûç bi navê “Behroz Dînarzahî” (naskirî bi Emced) temen 35 salî, kurê Îsa, zewicî û xwedî zarok, xelkê bajarê Serbaz û xelkê bajarê Çabeharê, ji aliyê “Hêle Vaş” ve hatiye piştrastkirin.
Li gor zanyariyên niha: “Sê sibê derdora demjimêr 05:00ê sibehê, Emced li mala xwe bêhnvedanê bû, ji ber êrişa hêzên îstixbarata Pasdaran, bêyî ku agahiyekê bide, hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin. Niha der barê rewşa wî û çarenûsa wî de tu agahî nînin."
Heta kêliya amadekirina raporê der barê sûcdariya vî welatî û çarenivîsa wî de tu agahî nehatin bidestxistin.