Li gorî rapora Hale Vaş, roja pêncşemî 8`ê Rezbera 1403`an, hêzên leşkerî li bajarê Kirmanê bi ser malekê de girtin û welatiyekî Belûç bêyî pêşkêşkirina biryara dadgehê û şirovekirina tawanan destbiser kirin û bo cihekî nediyar veguhestin.
Nasnameya vî hemwelatiyê destbiserkirî bi navê “Can Mihemed Narûnî” temen 40 salî, kurê Kingî, zewicî û xwedî 9 zarok, xelkê gundê “Kênwacan” a ser bi bajarê Xaş, ji aliyê “Hele Waş” ve hatiye eşkere kirin.
Li gor zanyariyên niha: Êvariya roja pêncşemiyê 8ê meha şehrîvarê, hêzên leşkerî bêyî ku biryara dadgehê bidin, êrîş kirin û welatiyekî Belûç ku di wê malê de mêvan bû, bê sûc girtin û bo cihekî nediyar veguhestin.
Derbarê tohmetbarkirina vî welatiyê Belûç heta kêliya amadekirina raporê ti agahî nînin.