Li gor raporta Hale Vash, şeva Yekşemî 4`ê Rezbera sala 1403`an, keçeke ciwan a Belûç a 16 salî, bi vexwarina hebên hebanê li bajarê Delganê dawî li jiyana xwe anî.
Nasnameya keça ciwan bi navê “N.C” temen 16 salî, zarokê A., nezewicî, xelkê bajarê Delganê ji aliyê “Hêle Vaş” ve hatiye eşkerekirin.
Li gor jêderên Hale Vash: Ev keça ciwan roja Yekşemê berî razanê bi vexwarina hijmareke zêde ji hebên hanê xwe kuştiye û dawî li jiyana xwe aniye û sibêdeya din jî malbatê ew ji xew şiyar kirine û hay ji mirina wê bûne.