شنبه , آذر ۲۲ ۱۴۰۴
nûçeya lezgîn

Bicîkirina hukmê îdamê yê girtiyê Belûç ku bi kuştinê li girtîgeha Zahedanê hatiye tawanbarkirin

Li gor nûçeya Hale Vaş/Sahargahê îro Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an, hukmê îdamê yê girtiyê Belûç ku bi tawana kuştinê hatibû mehkûmkirin, ku pêştir hukmê îdamê lê hatibû birîn, li girtîgeha navendî ya Zahedanê hate bidarvekirin.

Nasnameya vî girtiyê Belûç: “Fezl Ehmed Fetehniya (Zerkazahî)” temen 30 salî kurê Eğanûr û sê zarokên wî xelkê Zehkê ji aliyê dewleta Waş ve hatiye piştrastkirin.

Li gor zanyariyên niha: “Fazl Ehmed di sala 1401’an de bi tometa kuştina bavê xwe li bajarê Zehakê hatiye destbiserkirin û bo girtîgeha Zabelê hatiye veguhestin û ji aliyê dadgeha tawanên Zabelê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û heftiyek beriya vê girtîgehê jî bo girtîgeha navendî ya Zahedanê hatiye veguhestin. Duh jî bo hucreya yekkesî ya vê girtîgehê hatibû veguhestin û sibeha îro hukmê îdamê yê wî hat bidarvekirin.