شنبه , آذر ۲۲ ۱۴۰۴
nûçeya lezgîn

Di 24 saetên dawî de herî kêm 2 girtiyên Belûç li girtîgeha Mînabê hatin bidarvekirin

Li gorî rapora Hale Vaş/ Sêşemî 9`ê Gelawêja 1403`an, di heyama 24 saetên derbasbûyî de, di saetên sibê 8 û 9`ê Gelawêjê 1403`an de, herî kêm 2 girtiyên Belûç bi tometa maddeyên hişber û kuştinê, bi îdamê hatin mehkûmkirin hatiye pêkanîn.

Nasnameya van du girtiyên Belûç “Nebî Bexş Melazahî” temen 61 salî, kurê Osman, zewicî ye û xwedî zarokek, xelkê gundê Xerabadê yê navçeya Bampurê, bi tawanên madeyên hişber û “Mahim Cengîzahî” kurê Şahmûrad, ji navçeya Gabrikê, navçeya Jaskê hatiye verastkirin.

Li gor zanyariyên niha “Nebî Bexş di sala 2018’an de li bajarê Mînabê bi tometa madeyên hişber hatiye girtin û ji aliyê dadgeha inqilaba vî bajarî ve cezayê îdamê lê hatiye birîn û sibeha îro hukmê wî hatiye bidarvekirin”.

Her wiha jêderan zêde kirin: “Di sala 2019’an de piştî kuştina welatiyekî, Mahîm xwe ji bo dezgehên dadwerî da nasîn û cezayê îdamê lê hate birîn û danê sibê roja borî li girtîgeha Mînabê hate bidarvekirin.”