شنبه , آذر ۲۲ ۱۴۰۴
nûçeya lezgîn

Wêneyê girtiyê Belûç Nebî Bexş Melazahî ku li girtîgeha Mînabê hat îdamkirin.

 

 

Li gorî rapora Halash Waş/Sahrgahê di rojên 8 û 9`ê Gelawêja 1403`an de, hukmê îdamê ya herî kêm du girtiyên Belûç ên bi tohmeta madeyên hişber û kuştinê, ku berî niha bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, li girtîgeha Mînabê hatiye bidarvekirin.

Nasnameya van her du girtiyên Belûç “Nebî Bexş Melazahî” temen 61 salî, kurê Osman, zewicî ye û xwedî zarokek, xelkê gundê Xerabadê ser bi navçeya Bempurê û “Mahim Cengîzahî” kurê Şahmûrad. Niştecihên navçeya Gabrîk a navçeya Jaskê ji aliyê Haleş ve hatin tesbîtkirin

Li gor zanyariyên niha “Nebî Bexş di sala 2018’an de li bajarê Mînabê bi tometa madeyên hişber hatiye girtin û ji aliyê dadgeha inqilaba vî bajarî ve cezayê îdamê lê hatiye birîn û sibeha îro hukmê wî hatiye bidarvekirin”.

Çavkaniyên han her wiha gotin: “Di sala 2019’an de piştî kuştina welatiyekî, Mahim xwe bi rayedarên dadwerî re da naskirin û cezayê darvekirinê lê hate birîn û duh danê sibê li girtîgeha Mînabê hate bidarvekirin.”