Li gorî rapora Hale Vaş, roja Yekşemî 17`ê Tîrmeha 1403`an, piştî êrişa Ceyş El-Adl ser baregeheke leşkerî li devera Dehpabid a Teftanê, hêzên leşkerî welatiyekî Belûç girtin û bo cihekî nediyar veguhestin.
Nasnameya vî welatî: “Hafîz Mîr Belûçzahî” kurê Ellah Bexş xelkê navçeya Dehpabid a bajarê Teftanê ye.
Li gor jêderên heyî: “Piştî êrîşa Ceyş El-Adl bo ser xala pişkinînê ya Dehpabid, hêzên leşkerî Hafiz ku bi karê çandiniyê mijûl bû, girtin û bê sedem birine û tevî şopandina malbata wî, ji aliyê dadgehê ve. û rayedarên ewlehiyê heta niha red kirine ku bersivek zelal bidin.”
Derbarê sedema desteserkirinê, cihê binçavkirinê û tawanên li ser vî hemwelatiyê Belûç heta kêliya nivîsandina nûçeyê ti zanyariyek bi dest neketiye.
Hêjayî gotinê ye ku girtina derveyî yasayî ya welatiyên Belûç ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî ve piştî her bûyereke ewlehiyê li Sîstan û Belûçistanê bêmînak bûye.