Li gor rapora Hale Vaş/ Îro Yekşemî 19`ê Befranbara sala 1403`an, demjimêrek berî niha, “Îmad Molezî” girtiyê berê û çalakvanê siyasî yê Belûç, li gundê Anzayê li ber deriyê mala xwe ji aliyê kesên nenas ve bi gulleyan hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
“Emad Molazî” 39 salî, zewicî û kurê Ebdulmecîd xelkê gundê Anza yê ser bi bajarê Serbazê, ji aliyê eyaleta Vaş ve hatiye piştrastkirin.