Li gorî rapora Hale Vash, roja Duşemî 30`ê Behmena sala 1402`an, yek ji mezinên girûpên çekdar ên Belûç ên dijberê dewleta Pakistanê, li Serawanê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin.
Nasnameya vî kesî wiha hatiye gotin: “Wasim Badînî” kurê Feyz Mihemed xelkê bajarê Xeran a Belûçistana Pakistanê ye.
Li gorî vê raporê, Wasîm yek ji fermandarên payebilind ên yek ji girûpên çekdar ên Belûç ên çalak ên dijbereya Pakistanê bû, ku li bajarê Serawanê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û piştî ketina çend guleyan jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hin jêderên xwecihî kuştina vî kesê Belûç ku dijberekî çekdar ê hikûmeta Pakistanê bû, bi dezgeha ewlekarî ya vî welatî ve girê didin.