
Li gorî rapora Hale Vaş`ê, roja Yekşemî 1`ê Behmena sala 1402`an, li nexweşxaneya Muhemed Resûlullah Nîkşehrê, zarokek Belûç bi sedema nebûna pîrik û zayîna ji aliyê hemşîre û navbirî ve, bi sedema şikestina benîkê canê xwe ji dest da.
Li gor vê raporê, dayîkek ducanî xelkê Qesrqendê bi nasnama “Somiya Belûçzade” ji bo welidandinê çûye nexweşxaneya Mihemed Resûlullah Nîkşehrê û bi sedema nebûna pîrika vê navenda pizîşkî û bangewaziya çendîn car ji bo hakimiyeta nexweşxanê. û êşa giran a vê dayika ducanî, ji aliyê hemşîre û stajyeran ve hat dinê, ku piştî jidayikbûnê bi sedema qutbûna bencê, bû sedema mirina zarokê.