Şemî, 15ê Kanûna Pêşîn, 2021

Kuştina welatiyekî Belûç ji aliyê çekdarên nenas ve li Îranêşehrê

Li gor rapora Hale Vaş, êvariya roja Şemiya derbasbûyî 2`ê Rêbendana 1402`an, li pey teqekirina çekdarên nenas li Serah Fatemî ya bajarê Îranêşehrê, welatiyekî Belûç hat kuştin.

Nasnameya vî welatiyê ku hatiye kuştin bi navê “Mihemed Damanî (Çerîzehî)” kurê Ebas xelkê gundê Şîban a ser bi navçeya Damanê û xelkê bajarê Îranêşehrê ye, ji aliyê Hale Waş ve hatiye eşkerekirin.

Li gor jêderên heyî: “Duh êvarî demjimêr 18:00ê piştî nîvro, çekdarên nenas teqe li Mihemed li Serah Fatemî li kolana Belûç li ber nexweşxaneya Rozbeyê kirin û 3 gulle lê ketin û bi birîna xwe canê xwe ji dest da.

Heta dema nivîsandina nûçeyê ti agahî derbarê nasname û motîvasyona êrîşkaran de nînin.