Heleş / Êvariya îro 31ê Tebaxa sala 1402an, xelkê Belûç û ciwanên Belûç bi armanca şermezarkirina girtina Meulwî Fethî Mihemed Neqşbendî, Îmam Cuma Rask, bi şewitandina lastîkên otomobîlan, rêya Soran-Sarawan girtin.
Hêjayî gotinê ye ku şeva borî li hinek deverên din ên Belûçistanê jî xwepêşandanên bi vî rengî hatin lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza azadkirina Meulwî Fethi Mihemed Neqşbendî kirin.