Li gor raporta Hale Vash/ Îro 28.08.1402ê di encama gullereşandina rasterast ji aliyê çekdarên nenas li taxa Javankan li ber çavê bazirganekî bajarê Nîkşehrê, midûrê dibistana gundê Ramazan Klag a bajarê Nîkşehrê jiyana xwe ji dest da. .
Nasnameya vî hemwelatiyê Belûç “Resul Bexş Belûç” xelkê gundê Remzan Kaleg a Nîkşehrê û mudûrê dibistana seretayî ya vî gundî hatiye tesbîtkirin.
Li gor zanyariyên Hale Vash, “Resul Bexş li yek ji cadeyên bajarê Nîkşehrê, li taxa Cewankan, li ber Semsarê û li kêleka pêşangeha otomobîlan, ji aliyê kesên nenas ve hatiye gulebarankirin û jiyana xwe ji dest daye”.