Li gor rapora Hale Vaş, sibeha îro şemiyê 21`ê Gelawêja 1402`an, xebatkarên şaredariya Zahedanê, bi sedema nedana mûçeyên çend mehan ên xwe, li ber avahiya şaredariya navenda wê parêzgehê çalakiyek nerazîbûnê lidar xistin.
Li gorî zanyariyên Hale Vash: “Kedkarên şaredariya qada Kesk a Zahedanê ji meha Gulana îsal ve mûçeyên xwe wernegirtine û piştî şopandina çendîn caran bersiva wan nehatiye dayîn û îro danê sibê li ber deriyê avahiya şaredariyê kom bûne. Şaredariya Bajarê Mezin a Zahedanê ji bo nerazîbûna xwe li hember nedana mûçeyan daxwaz kir ku daxwaza wan were cîbicîkirin, lê heta niha jî kesî bersiva wan nedaye û gefa dersînorkirina xelkê li ber vê navendê xwariye.