Berdewamiya binçavkirin û bê agahî welatiyê Belûç Mihemed Naroyî piştî 40 rojan
Li gor raporta Waş`ê, Mihemed Naroyî kurê Elî Şehrwend Belûç ku roja 19`ê Befranbar a sala 1402`an li bajarê Zahedanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû destbiserkirin, piştî derbasbûna 40 rojan heta niha jî wenda ye.
Li gor zanyariyên niha “Mihemed îro ji bo dozgeriya giştî û şoreşê ya Zahedanê hatiye şandin û ji wir careke din bo girtîgeha hêzên ewlehiyê hatiye veguhestin”.
Hêjayî gotinê ye ku tevî şopandina çendîn caran malbata Mihemed, berpirsên dadwerî û ewlehiyê red kirine ku bersiveke zelal derbarê rewşa wî bidin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî xwepêşandanên vê dawiyê yên Sîstan û Belûçistanê, hejmareke zêde ji welatiyan ku di nav wan de zarokên bin 18 salî jî hene, bê sedem û li dijî rêkarên yasayî hatine girtin û rewşa gelekan ne diyar e.