Li girtîgeha Torbet Jam girtiyekî din ê Belûç îdam kirin
Li gorî nûçeya Hale Vaş/Sahargahê îro 14’ê Gulana 1402’an de, bi hinceta maddeyên hişber, cezayê darvekirinê yê girtiyekî din ê Belûç li girtîgeha Torbet Jamê bêyî agahiya malbatê hate îdamkirin.
Nasnameya vî girtiyê Belûç bi navê Îdrîs Gergîc, ji dayîkbûyê sala 1371’an, zarokekî zewicî û xwedî 5 zarok xelkê devera Kerîmabad a Zahedanê ye.
Li gor jêderekî haydar: “Îdrîs di meha Çileya Pêşîn a sala 1400’an de li bajarê Torbet Jamê bi tometa madeyên hişber hat girtin û ji aliyê dadgeha inqilaba vî bajarî ve cezayê îdamê lê hat birîn û sibeha îro jî hukmê wî hat bidarvekirin”.
Hêjayî gotinê ye ku tevî darvekirina vî girtiyê, di heyama 5 rojên borî de herî kêm 20 girtiyên Belûç ku 2 jin di nav wan de ne, li girtîgehên vî welatî hatine darvekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdem ligel xwepêşandanên giştî yên welat, îdamkirina welatiyên Belûç gelek zêde bûye, lewra ji 29ê Tebaxa sala 1401ê heta 14ê Gulana sala 1402an, herî kêm 124 welatiyên Belûç li girtîgehên curbicur ên Belûç de hatine îdamkirin. Çalakvanan vê îdamkirina welatiyan weke tolhildan û tolhildanê ji kêmîneya bindest a Belûç dinirxînin.