Li Zahedanê 2 welatiyên Belûç ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin
Li gor rapora Hale Vaş, roja Înê 18`ê Çileya Pêşîn a sala 1401`an, du welatiyên Belûç ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Zahedanê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Nasnameya van her du welatiyên bi navê “Mehmûd Şah Bexş” 31 salî kurê Ezîm û “Ferhad Şah Bexş” 29 salî kurê Mihemed Husên ku her du jî xelkê devera Moradqolî ya ser bi Zahedanê ne, hatine eşkerekirin. .
Li gor jêderekî agehdar, Mehmûd û Ferhad piştî nimêja roja Înê li mizgevta Zahedanê li ser cadeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û heta niha ti zanyariyek derbarê rewşa wan de nîne.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: Malbata Mehmûd û Ferhad ku xizmên hevdu ne, bi dadgeh û dezgehên ewlehiyê re şopandin lê ti kesî bersiva wan neda.
Hêjayî gotinê ye ku piştî xwepêşandanên vê dawiyê yên welat û Sîstan û Belûçistanê, hejmareke zêde ji welatiyan ku di nav wan de zarokên bin 18 salî jî hene, bê sedem û li dijî rêkarên yasayî hatine girtin û çarenivîsa gelekan nediyare.