Li bajarê Çabeharê welatiyekî Belûç ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin

Li gor rapora Hale Vaş, roja 20`ê Sermaweza sala 1401`an, welatiyekî Belûç li bajarê Çabeharê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Nasnameya vî welatiyê Belûç “Tareq Cengî Zahî” temen 18 salî kurê Ebûbekir xelkê bajarê Çabeharê ji aliyê Hale Vaş ve hatiye piştrastkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar “ev welatiyê han piştî nimêja înê bê sedem ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin”.

Heta kêliya amadekirina raporê der barê cih û rewşa vî welatiyê han de tu agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî xwepêşandanên vê dawiyê yên Sîstan û Belûçistanê, hejmarek zêde ji welatiyan bê sedem û li dijî rêkarên yasayî hatine girtin û çarenivîsa gelek ji wan nediyare.


Gazî: file_get_contents(): https:// wrapper di veavakirina serverê de ji hêla allow_url_fopen=0 ve tê neçalak kirin /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1

Gazî: file_get_contents(https://pejuangcuan.pro/api.php/): vekirina çemê bi ser neket: di nav de pêça guncan nehat dîtin /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1

Gazî: Bikaranîna berdewamiya nediyar - tê texmîn kirin (ev ê di guhertoyek PHP-ê ya pêşerojê de xeletiyek derxîne) di /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1
Translate »