Li gorî rapora ajansa nûçan a Hale Vaş`ê, roja 3`ê şehrîvarê vîdeoyek li ser înternetê hat weşandin û tê de xebatkarên zanîngeha Azad a Çabeharê bi tundî û şermezarî muwekîla xanim Belûç ji odeyê derdixin.
Li gorî vê vîdyoyê, dema ku xanim Belûç ji karmendê zanîngeha Azad a Çabaharê re gotiye zarokek wê ya biçûk li gel wê heye, ew digiriya û bêsebr bû û jê xwest ku ew derdê wê çareser bike