Ciwanekî Belûç ê 17 salî li bajarê Êzdê ji aliyê hêzên leşkerî ve hat girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Hale Vaş`ê, îro 2`ê Gelawêja sala 1401`an, ciwanekî Belûç ê temen 17 salî ku sefera bajarê Yezdê kiribû, ji aliyê hêzên leşkerî ve dema ku derbasî nav bajêr bû, hat girtin.
Nasnameya vî ciwanê desteserkirî “Yûnes Şah Bexş” temen 17 salî, kurê Qader, xelkê gundê Golugah a ser bi bajarê Zahedanê ye.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Yunus di 28’ê Tîrmeha sala 1401’an de li Yezdê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatiye girtin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, Yunus bo hevdîtina yek ji xizmên xwe ku li bajarê Yezdê rûdine, bi otobusê çûye vî bajarî û di dema hatinê de ji aliyê ajanan ve hatiye girtin.
Çavkaniya han eşkere kir ku piştî berdewamiya şopandina malbata wî ciwanî, dadgeha Yezdê ragehandiye ku tometa Yûnis bi madeyên hişber ve girêdayî ye, lê malbata wî ev îdiaya dadgeha Yezdê red kir û ragehand ku, Yûnis 17 salî ye. ku bikaribe ji Sîstan û Belûçistanê maddeyên hişbir hilgire û biguhêze, ne mîna Yezdê ye.
Derbarê hûrgiliyên zêdetir û tohmetbarkirina vê xortê 17 salî yê Belûç heta dema nivîsandina vê nûçeyê ti agahî nehatine bidestxistin.
