Duh li Xaşê ji malbatekê 3 kes bi çekên sar hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Hale Waş`ê, 3 endamên heman malbatê ku di nav wan de dayikek û du zarokên wê hebûn, li yek ji kompleksên niştecihbûna Xaşê bi çekên sar hatin kuştin.
Li gorî vê raporê, danê sibê roja pêncşema borî, li bajarê Xaş, dayîkek 48 salî tevî keça xwe ya 17 salî û kurê xwe yê 12 salî, bi çekên sar hatin kuştin.
Di vê derbarê de fermandeyê polîsên bajarê Xaş jî bi piştrastkirina van cinayetan got: Tedbîrên pêwîst li cihê bûyerê ji bo lêkolîna li ser sedemê û naskirin û girtina kujer an kujerên vê karesata hovane hatine girtin.