nûçeya lezgîn
6 lîstikvanên tîma futbolê ya Serawanê ji ber ku otomobîl wergeriya, mirin û birîndar bûn.
Li gor rapora ajansa nûçan a Hale Vaş/ Îro Yekşemî 29`ê Adara sala 1400`an, otombêla tîma bijarte ya fûtbolê ya Serawanê li mêhwera Zahedan li ser sînorê gundê Kolçat wergeriya û di encama wê wergeriya han de 2 lîstikvan jiyana xwe ji dest dan û 3 lîstikvan. tevî ajokarê maşîneyê birîndar bûn.
Nasnameya lîstokvanên ku mirine Mesûd Gomşadzehî kurê Valî ye, Younes Gomşadzehî kurê Riza yê xelkê Serawanê ye.
Nasnameya lîstikvanên birîndar “Hemîd Hemîdiyan”, “Ehmed Sancranî”, “Cemîl Ehmed Sepahiyan” û ajokarê otomobîlê Nadir Dehqan ji aliyê ajansa Hal Vaş ve hat eşkerekirin.
Li gorî vê raporê, endamên tîma hilbijartî ya futbolê ya Serawanê piştî maça fînalê ya Kûpaya Futbolê ya Klûbên Sîstan û Belûçistanê vedigeriyan Serawanê.
Hat gotin ku lihevketina otomobîleke ji paş ve bûye sedem ku otomobîla Peugeot a van lîstikvanan ji rê derkeve.
Hat ragihandin ku rewşa lîstikvanên birîndar ên ku sewqî Nexweşxaneya Xaşê hatine kirin baş e.
Şofêrê otombêlê ku karmendê îdarî yê Pasdaran e, rewşa wî giran e û di beşa lênihêrîna giran de di bin bêhestiyê de ye.


