Li girtîgeha Zencanê 2 girtiyan bidarvekirin

Ajansa Nûçeyan a Hale Vaş – Sêşemî 21ê Çile sibeha sêşemê, hukmê îdamê yê du girtiyên ku berê bi tometa madeyên hişber bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, li Girtîgeha Navendî ya Zencanê hat îdamkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Hale Vaş`ê, ji zarê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, danê sibê roja sêşemî 21`ê Rêbendanê, hukmê îdamê yê du girtiyên bi madeyên hişber li girtîgeha navendî ya Zencanê hate bidarvekirin.

Li gorî vê raporê, nasnameya van her du girtiyan ku pêwendiyeke biratî li gel hev hebûye, “Ferheng Elî Elahî temen 35 salî û Yaser Elî Elahî temen 32 salî ye”.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku madeya 5 a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û belgeyên navdewletî yên mafên mirovan, ku tekezî li ser parastina mafê jiyana kesan dike, cezayên îdamê weke yek ji binpêkirinên berbelav ên mafên mirovan dihesibînin.


Gazî: file_get_contents(): https:// wrapper di veavakirina serverê de ji hêla allow_url_fopen=0 ve tê neçalak kirin /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1

Gazî: file_get_contents(https://pejuangcuan.pro/api.php/): vekirina çemê bi ser neket: di nav de pêça guncan nehat dîtin /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1

Gazî: Bikaranîna berdewamiya nediyar - tê texmîn kirin (ev ê di guhertoyek PHP-ê ya pêşerojê de xeletiyek derxîne) di /home/haalvsho/public_html/wp-content/themes/sahifa/footer.php li ser xeta 1
Translate »