Li gorî rapora ajansa nûçan a Hale Waş`ê/ ji Çabeharê, barîna baraneke zêde û bêmînak li başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bû sedema lehî û avbûna rêyên bajar û gundan û hin bendav jî di bin metirsiya wêranbûnê de ne.
Hate gotin ku bendava axê ya gundê Tîsê ji ber têkçûna dolaba avêtinê di bin metirsiya hilweşandinê de ye.
Li gorî agahiyan, ev çend sal in ku bendav zuwa bûye û nehatiye vejandin û herwiha kapasîteya bendavê temam bûye, îhtimala hilweşandina wê zêde kiriye.
Tê gotin ji ber ku valahiya bendavê bi ax, dar û keviran hatiye girtin, pêvajoya valakirinê bi rêk û pêk nayê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku bendava Tîs dikeve bakûrê rojhilatê gund ku bi giranî navenda gund û şûnwarên dîrokî yên gundê Tîsê dixe metirsiyê.