Taybetî/ Girtiyek Belûç ji ber nexweşiyê li girtîgeha Îsfehanê jiyana xwe ji dest da
Li gor rapora nûçegihaniya Hale Vaş, îro 4`ê Çileya Pêşîn a sala 1400`an, serê sibê girtiyekî Belûç bi nasnameya “Axa Şah Bexş (Pakirzahî) temen 40 salî, kurê Ebdulwahîd Şah Bexş, li girtîgeha Îsfehanê bi nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
Hat gotin ku ev girtiyê han di sala 2014an de li bajarê Îsfehanê bi tawanên madeyên hişber hatiye girtin û li dadgeha pileya yekem de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê Dadgeha Bilind a welêt cezayê darvekirinê daxist girtîgehê.
Li gorî nûçeyên ku gihîştine Vaşê, rayedarên girtîgehê guh nedane rewşa vî girtiyê nexweş û ji ber vê sedemê “Birêz Şah Baxş piştî ku demeke dirêj di girtîgehê de êş û azar kişandibû, ji hişê xwe çû. û rayedarên girtîgehê tenê carekê rewşa tenduristiyê ya vî girtiyê kontrol kirine." Girtiyê ferq kir ku ew mirine, lê piştî ku sewqî nexweşxaneyê kirin, hat dîtin ku ev girtî hêj sax e.
Li gor zanyariyan, ev girtiyê han di dawiyê de “3 rojan piştî veguhestina bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da”.
Li gorî agahiyan, gelek girtiyên wek “Axa Şah Bexş” tûşî nexweşiyên giran bûne û şiyana xwe ya liv û tevgerê û bikaranîna kursiyên bi teker ji dest dane, lê rewşa wan li ber çavan nayê girtin.