پنجشنبه , آبان ۲۲ ۱۴۰۴
nûçeya lezgîn

Li Çabaharê cesedê mêrekî hat dîtin

Li gorî nûçeya Çabaharê, duh 8ê Kanûnê, li devera Tis Kopan a Çabeharê termê kesekî nenas ji aliyê xelkê deverê ve hatiye dîtin.

Li gor vê raporê termê vî kesî li devera Tis Kopanê ji aliyê xelkê deverê û rêwiyên ku çûne wê deverê hatiye dîtin.

Nasnameya vî kesî di dema nivîsandinê de nehatiye diyarkirin û nayê zanîn ka ev kes ji ber sedemên xwezayî miriye yan ji aliyê kesekî din ve hatiye kuştin.